PLANET KURDISTAN KURDOPlanet Kurdistan, azmûnxaneyek e ji bo dewlemendkirina nêrîn û projeyên derbarê çand û nasnameya Kurdî. PLANET K, platformek e înternêtiye. Bi rêya malpera xwe ya fermî www.planetk.org xebatên xwe ji raya giştî re aşkire dike. Her weha nawendek e di nav 53-pêşengeha nawneteweyi hunerî- Venice Biennale, li San Leonardo li Venice jî cîh digirin. Venice Art Biennale, yek ji platformeke herî bi prestîje û saziyeke navnatewî ku ji bo hunera serdem, navendeke ku di nav da pêywendiya navbera huner û nunertîya neteweyi bi şêwazeke komplêx û bi awayekı berfireh digêhêjin hevûdu. Her welatek dikare bi serê xwe hunermendên xwe yên herî baş hilbijêrin ku nûnertiya pêşketinên hunera welatê xwe bikin. Di wê çarçovê de nunertiya hunera gelekî bêwelat, bi wateya proseseke xweserî ye. Divê huner ne wekî lîstokêk bê dîtin, belkî pêwîste kû weke îlhamek ji bo prosesa xwe nasandinê bêdîtin.Armanca PLANET K, giştina platformeke nû ye ji bo diyalog, danberhevî û berhemderanîn di nav hunermendên Kurd de ku li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn, wek Iran, Iraq, Suriye, Tirkiye û herweha “beşa pêncemîn” ku kurdên diyasporayê nûnertî diki beşdarî bibin. Hejmara Kurdên diyasporayê ku li rojawayê Europayê dijîn, yekmîlyon û sêsed hezar in.Du hefteyan berîya ku Biennale bê vekirin, hunermend, fîlosof, dizayner, komelnas, rojnamevan û hwd. hemû kesên ku daxwazîyek e wan heye, ji bo dariştina prosesa fikrên hevbeş, bi hev re dikarin gotûbêj li ser sê pirsên bingehî bikin ku sentêza potansîyelê pêşeroja gelê Kurd e: Nasname, sînor û ziman.
Nasname Sînor Ziman 53-hemîn pêşengeha hunerî ya nawneteweyî, Fare Mondi/Making Worlds, îlhama (havin) prosesa bihevûdûre girêdanê ye. Ne girêdanek e bi kulturêke fermî hatîye damezrandin, ne kulturêke dewletî, bi awayekî girêdanêk e bi esasê beşdarbuna ku herdem tê guhertin û herdem ji bo wergirtina bandorên nû û îmkanan bo pêşxistina pêşerojê vekiriye. PLANET K, ne tenê pêşengeheke hunerî ya navneteweyî ye, lewra platformêkî hevbeş e, ji bo xeyal, hêvî û nêrîn têda bijîn. Gerdûneke nuye. KURDISTAN: Tu caran li Kurdistan ê yekbunek e siyasî ya netewî çênebûye. Heger ku piraniyên mirovan di Kurdistanê de dijîn, bixwazin peymana Sewr ê (1920) daye nîşandan kû derfetên Kurdistanek e serbixwe li herêmê heye. Peymana Lozan ê (1923) ev hêvîyên Kurdistaneke serbixwe kêm kir. Bi peymana Lozan ê dabeşkirina Kurdistanê ( nawçeyek pir bi neft, av û çavkaniyen dinên xwezayî) li navbera dewletên Tirkiye, Iran, Iraq u Suriye hate parve kirin. Bi demê re daxwaziya Kurdan ji bo dewleteke serbixwe hatiye guhertin û li şuna wê lêgerînek ji bo otonomî yê ku gelêk caran weke ceribandinekê pêşketiye/pêşdikeve. Di hefteyên derbaz buyî de, cara yekemîn, mijara konfransa aşitîyê li herêma otonomi ya Başûrê Kurdistanê, hate gotûbêj kirin. Tête gotin ku armanca konfransê ev e: Hemî aliyên ku girêdayî pirsa Kurdî ne, bi taybetî jî ku Kurd li Tirkiyeyê di asteke dijwar de dijîn bên ba hevûdû. Fehmî Balayî statement kurdoHuner berhemê afrandina mirove, wke armanc û pêwîstiya jiyanê tê naskirin mirov bi hestên xwe yên veshartî dikare cîhanek huneri ji bedewî, estetik û jiyaneke bi rûmet ava bike. Ev hunere berî 30 hezar salan beshekî herî giring bû di jiyana mirovê destpêkê da. Her ji wêneyên li ser shkeft û chiyayên kurdistanê weke shkefta Shaneder, gundê Cermo, Ciyayê Bêstun, derdura wanê û…htd taku xwecihî û danana bngehên sharstanyetên mezopotamya û virde huner xwedî rolek girin bûye. Weke di hemû qonaxên jiyanê da ashkera bûy huner pêwîstiyek bû ji bo civak û mirovan, huner bi hemû beshên xweve weke. Muzîk, awaz, chîrok, shano, peyker û wêne…htd dîroka netewan daye naskirin û rênaysans jî li serdestê hunermendên weke lionardo Davinchi û maykel angelo û…htd peyda bûye, kesên mîna rambrandt, Delakrwa, Vangogh, Goya, Cezanne û Pikasso bi tabloyên xwe em fêrî eshqa hunerê kirin û xweshkî û mirovatî pêshkeshî cîhanê kiri. Gelê kurd li jêr dagîrkirnê, talan û kochberiyê hind beshên jiyanê bi rêya hunerê stran, chîrok, shîira Klasîk û gelek rengên din yên hunerî em gehane vê rojê. Îro jî bi dehan û bi sedan hunermendên kurd li ser asta herêm û cîhanê tên naskirin. Ji bo vêjî chalakiyên berdewam tên encam dayîn, herwesa bi rêya hunera xwe kurd shyane kultur û rwsha xwe ya syasî, civakî, dîrokî û cografî dengê xwe bigehînin gisht cîhanê. Îro ji her dem pêtir gelê kurd pêwîstî bi hunermend û rewshenbîran heye. Ji bo vê jî huner bûye beshek di jiyana gelê kurd da herwekî li destpêka jiyanê xwedî rolek sereke bû. Huner derdê mirovî yê hundirîn bi afrandina berhemên xweshik chare dike û vê xweshikîyê pêshkeshî mirovahiyê dike, kesê li van berheman binêre û gohdarî bike hest bi xweshikiyê dike û bedena wî/wê bi ruhyetek dilovan nêzîk dibe. Ev jî giringe ku hunermend vê namê bigehîne armancê û ji bo vê jî rastiya veshartî bi berhemên xwe nîshanî me dide. huner nasnamek bê sansore û rêvingek bê dawî ye dikare xwe bi gehîne hemû dilan û hemû kulturan bi hev du bide naskirin.ez bawerim hunermendê kurd jî îro bûye xwedî nasnama xwe ya hunerî û gelê kurd bi vê yekê serbilinde. di hunerê shêwekarî da, reng xalek sereke û giringe bitaybetî di hunerê hemdem da. Reng dyardeka mozîka dîtinê ye ya bi rêya hest û nêrînên chavî di tabloy da tê xwandin, ew pêtir ji rîtim û melodiya jîndare, hêza hestkirine di sombolên dyarkirî da, rîtmeka wêneye bi rêya tabloy di gehe chavî li ser vê jî hunermendê cîhanê Pol Klee dibêje“ divê em chavî vegerînin ser dîtina tabloy“. Ev jî di rêya nîshanên xet û rengî tablo dihête xwandin. Bi rêya reng û shêweyên endazeyî(hendesî) reng û xet rûberê tabloy yê vala bi peywendîyek hunerî ya hevdu gir û têkel pêk tîne. Helbet dema mirov behsa hûner dike, hind tiştên nû dikevin berçavên mirov û dibin cihê pirs û bersivdenê.Weke kîjan hûner, aya hûnera mîlî dikeve di qada hûneriyê de yan dibe behre û pîşe? aya hûnereke çavlêkere yan afrênere?aya mirov dikare mercên hûner ji hev cude bike?ev û çendîn pirsên din dikevin berçavan taku mirov bikare navê hûner û rastiya hûner pêşçav bike. binêrîna min cwanî yan Estetîk di karekî jî afrandinên mirov be û bikare bandora xwe li ser hestên mirov bike, çi dibe bila bibe dibe beşek ji karê hûnerê. herçende di beşên hûnerê şêwekarî de jî şêweyên cude hene, lê dîsan mirov dikare vê cudehiyê di hind xal û mercan de bide xoyakirin. Jiber ku ta niha çendîn pênasên cuda li ser hûner hatîne kirin û gotin her yek bi awayekî û ligur nêrînekê, lê dinava van pênasan de yek armanc heye ewjî karê afrandin û bedewiya hûnere. ku bi hest û bîrên kesekî hatbe encamden û kesê beramber bikare bikeve bin bandûra vî karî û xoşiyê jê werbigre bi alîkariya hestên xo. Ger em hûner û xweza bideîn berhev, aya tabloyekî siruştî dibe çavlêkirina siruştî yan hind guhartina bixweve digre ji hundurê hûnermendî derdikevin û hind nûyatiya bixweve tîne, herweha nexşeyên mafor, derî, alet û .. tdw reng bişêweyekî lihevhatî yan hemberî hev bi rêk û pêk di herdu beşan de pêk tên, di nexşeyên kurdî de piranî rengên gerim têne bikaranîn weke sor, zer, porteqali û rengên sar û siruştî weke şîn û kesk vê yekêjî peywendî bi herêm û cihê jiyana her netewekî ve hey, ji berku herêmê kurdan xwedî dîmenên cwan û xwezayeke bedewin û welatê rojê ye vê yekê bandûra xwe li ser hestên hunermend û karên hûnerî, nexş û nîgarên kurdî kirîne. Herweha peywendiya jiyana kurdan bi kiştûkal û siruştî ve mirovê kurd paldeye wê yekê ku ev renge di hestên wî de bimînin xwedî bandur. Lewma ev yeke bi berdewamî di gelek qonaxên jiyanê de digel netewa hemdem bû.mirov di kare bêje: Hunera şêwekarî, peywendiyeke bi hêz bi hebûna mirov hebûye. Ji destpêka jiyanê bûye şahidê bûyerên dîrokî û serkaniya çavik û zanîna rûpelên dîrokê. Mirov dirustkerê wêneyê ye. Ji wêneyên li ser dîwarên şkeftan di dema berdîn de ev hemû ji bo me jêderekî giring e ku heta roja îro berdewam bûye. Di ser wê yekê re pêkhatinên hunerî ji demekî bo demeke din cuda bûn. Lê ev hemû şahidên wê yekê ne ku mirov pêwîstiyên xwe ji bo veguhestin û tecrubên xwe û beşek ji wî hunerî di berhingarî û hevrikiyek berdewam de bû ya bêy dawî, ji bo parastina mirov û vejandina qehremanî û palewaniyê di civak û xwedawendên wan de. Komkirina di navbera remzên wêneyî û avakirina mîmarî yên ku mirovan dirust kirin, ji bo roja îro weke xizîneyekê ye. Ronîkirin û eşkerekirina veşartî û nihêniyên jiyanê, gelek ji van rastiyên hunerî şahidê wê demê ne. Herweha ji bo zanîn û xweşiyê, ji bo zanîn û dîroka wê demê jêderek e. Li vir mirov dikare bêje huner ne tenê di çarçoveya wezîfederiya xwedîka jiyanê de bitenê ye. Her çiqas ji demên kevin bin jî, lê roja îro em têde dijîn ew ji bo ciwanî û hestên ciwaniyê û hezkirina rêyeke hunerî tê hezkirin. Ger em bipirsîn dîyarda hunerî di jiyanê de çawa ye? Û mirov çawa gihîşte wê baweriyê ku hest bi xweşiya hunerê ya peywendîder bike, bi jiyana bizehmet a siruştî? Û çawa her li roja mirov tenê wek giyanewerekî biyolojîk hebûna xwe pêktîne? Ku beşeke ji siruştî, jiyan û têkiliya di gel siruştî û têgîhîştin, zalbûn li ser siruştî û jê cudabûn û pêkhatina komeleyan. Çendîn nêrînên mirov yên dîrokî û fikrî ji bo jiyanê û têgîhiştina nihêniyên jiyanê û siruştî ji guhartinên civakî bi ser mirov de tên û berfireh dibûn. Piştî pêkhatina wêneyekê hunerî yê giştî ev hemû palderên guhartin û pêşdebirinê bûn û bi destanîna karê zanistî, ji bo guhertina berdewam ji peywendiyên hevrik û danûstandinên di navbera hişiyarî û realîteyê de.[1]Dema em bi taybetî qala huner bi awayekî giştî û hunera şêwekarî bi awayekî taybetî dikin, ev jî li her qonaxek û di nava her civakekê de di rewşeke taybet de dijî. Dema em berawirdiyekê di navbera civakên rojhelat û rojava de bikin, herçendê ev şêweyên huner û şaristanî li van herêman kevintirîn bin jî lê ji hin sedeman me nikariye vê pêşdaçunê di hunerî de pêk bînîn û di nava civaka xwe de bidine pejrandin. Ger em bi şêweyekî giştî û zanistî li dîroka Kurdistanê û bişêweyekî taybetî li dîroka çand û hunera kurdî binêrin; ê ji bo me eşkere bibe, ku Kurdistan xwedî çand û hunereke dewlemend e. Lê mixabin di vê hêlê de lêkolînên zanistî pêk nehatine.Ger çend mînak li ser vê yekê ketibin ber destên me, ew jî piranî ji aliyê biyaniyan ve hatine nivîsandin û gelek rastî ji dîroka hunera kurdî wendea bûne. Piranî jî di nava gelên herêmê û welatên dagirkerên Kurdistanê de hatine wendakirin . Ger em huner û sirushtî bdeyne ber hev dê pirsek ji bo me peyda bit ewjî ewe erê tabloyekî sirushtî dibe chavlêkerê srishtî yan hind guhartina bixweve digre? Ji hundurê hunermendekî derdikeve û hind nûyatiyan bi xwera peyda diet ew nûyatî jî grêdayî rialîte û hezên mirove, lewma jiyan , mirov û huner cîhanek mezin ava diken û mirovatî gish pê sha dibe. Xweza jêderek serekeye ji jêderên cwaniya huner, jêderê rushinbîrî û sharistanyetên cudaye di burîna chaxên dîrokî da regezên xwezayeê mirov paldaye ku di rêya huner da ber bi zanîna bedewî û hestkirnê bichît, li vir pêkhata karek hunerî komkirna regezên formên hunerî yên wek yeke, xal , xet. Ren û ruberê valahiya tabloy di peywendiyek yekgirtî da karê hunerî yê gishtî pêk tîne, armanca me ya sereke ji tabloyê shêwekarî ewe ku em bi hêza afrandinEn hunerî bedewî û xweshkbûnê bi gehînin hemû dilan, hemû hestan bi livînîn cîhanek mezin û bê sinur û bê sansur ava bikîn da hemû reng, hemû nêrîn xwe di nava vî tabloyê mezin da bibînin ashtî û azadiyê pêshkeshî hemû mirovatiyê bikin.
Fehmî Balayî 18.02.2009 Berlin |




Articoli (RSS)